Değerli katılımcılar
Bu gün dünya anadil günüdür. Diğer özel günler gibi bu gününde özellikleri vardır. 19.yy in anlayışı olan milliyetçilik ve tekçilik dünyada birçok toplumsal problemlere neden olmuştur. Bu anlayışın temeli, iktidar ve işgalciler tarafından tek millet, tek dil, tek kültür zihniyetiyle kimliğin ortadan kaldırılması, inkar edilmesi ve yok sayılmasıdır.
Ama beklendiği gibi olmadı ve bu anlayış birçok probleme neden oldu. Ezilen halklar bu anlayışa karşı mücadele etmeye başladı.
1952 yılında Pakistan’da, Bangladeşli bir grup Dakka Üniversitesi öğrencisi ana dilleri olan Bangladeşçenin eğitim dili olması için eylem düzenlediler. Bu eylemlere Pakistan Devlet güçlerinin müdahale etmesi sonucu 5 öğrenci katledildi.
47 yıl sonra, UNESCO 1999 yılında 21 Şubatı dünya ana dilleri günü ilan etti ve 2000 yılından sonra bütün dünyada kutlanmaya başlandı.
Bilindiği gibi Türkiye Cumhuriyeti Kürt halkının ve diğer Anadolu halklarının yardımı ile kurulmuştur. Cumhuriyetin kuruluşundan sonra Ulusalcı yöneticiler ve yönetim sistemi kültürel asimilasyon ve imha politikası izledi. Bu topraklar üzerinde kardeşçe yaşayan bütün halklar ve azınlıklar inkar edildi. Onlarca halkın dil ve kültürleri asimilasyon politikaları ile hunharca yok edildi.
Bu halklardan biri olan Kürt halkı, asimilasyon ve imha politikalarına karşı direndi. Bu ulusal mücadelede büyük bedeller ödeyerek dil ve kültürünü korumayı başardı. Türkiye Cumhuriyeti tarihi, Kürtler ve diğer halklar üzerinde baskı ve zulüm tarihi oldu.
Bu ülkenin üniversitelerinde 2000 yılından sonra ana dilde eğitim hakkı için yoğun başvurular başladı. Bu başvurulara karşı sistemin tepkisi tutuklama ve öğrencileri okuldan uzaklaştırma oldu. Ana dilde eğitim talep etme en büyük suç haline geldi.
Sistem Kürt halkının mücadelesi ve birazda Avrupa birliği ile olan ilişkilerden dolayı birkaç oyalama adımları atmıştır. TRT 6 her ne kadar atılan adımlar ile bağlantılı ise de özünde Kürt halkının var olan yayınlarının önüne geçmek için kurulmuştur. Kürt halkı haklı mücadele ve direnişi ile dil alanında kurum ve kuruluşlarını kurup belli bir seviyeye ulaşmıştır. Sistem, her zamanki korkusu ile bu kurumları etkisizleştirmek için Artuklu, Dersim, Bingöl ve Hakkâri üniversitelerinde yaşayan diller kursları açtı.
Son 30 yılda sistemin baskı ve zulmüne karşı Kürt halkının mücadele ve direnişi en üst seviyeye ulaştı. Kürt halkının varlığı kabul edildi. Ama maalesef bu seferde dil, kültür ve eğitim haklarına hayır denildi.
Dil kurum ve kuruluşları eksikliklere rağmen, dil üzerine göz ile görülür bir mesafe kat ettiler.
Devlet 2012 yılı başlarında “seçmeli dersler” adı altında gülünç bir proje geliştirdi. Dünya üzerinde hiçbir örneği bulunmayan bu gülünç proje, Kürt halkı ve Kürt kurumları tarafından alay olarak görüldü ve red edildi.
Kürt halkı tartışmasız okul öncesinden üniversiteye kadar olan süreçte ana dilde eğitim hakkı istiyor ve bunun için aralıksız mücadelesine devam edecektir.
Dil halkların kimliğidir. Hiçbir halk dili olmadan varlığını sürdüremez. Dil bütün halklar için su ve hava kadar ihtiyaçtır. Kürt halkı kimlik, onur ve kişiliğini korumak için, dili uğruna ne gerekiyorsa yapacaktır. Halkımız toplumun bütün alanlarında ve her şekilde diline sahip çıkmalıdır. Anayasanın hazırlandığı bu süreçte, kürt sorunun çözümü ve huzurlu bir ülke için, Kürt halkının birincil ve vazgeçilmez isteği ana dilde eğitim hakkının anayasada yer almasıdır.
Bu duygu ve düşüncelerle, Kürt dili için çalışan ve mücadele veren; büyük bedeller ödeyerek bizi bugünlere ulaştıran ve hala emek veren ve vermeye devam edenlerin mücadelesini saygıyla anıyor ve mücadeleleri önünde saygıyla eğiliyoruz. Biz yine bugün bütün halkların, özellikle Kürt halkının ve dilleri yok olma tehlikesi ile karşı karşıya olan bütün dünya halklarının Dünya Ana Dil gününü kutluyoruz.21.02.2013
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Beşdarên hêja,
Îro Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Wekî hemû rojên taybet, ev roj jî xwedî sedemên taybet e. Feraseta sedsala 19’emîn a netewperest û yekperest di cîhanê de bû sedema gelek aloziyên civakî. Bingeha vê ferasetê, ji aliye desthilatdar û mêtingeran ve di bin navê yekneteweyî, yekzimanî û yekçandî de înkarkirin, tunehesibandin û jiholêrakirina nasname, çand û zimanên gelan bû.
Lê mixabin wekî ku dihat hêvîkirin û payîn, ev feraset nemeşiya û bû sedema gelek aloziyan. Gel û neteweyên bindest li hemberî vê ferasetê dest bi têkoşînê kir.
Di sala 1952’yan de li Pakîstanê, li Zanîngeha Dakkayê komek xwendekarên Bangladeşî ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê xwe/dayikê, ji bo Zimanê “Bengalî” bibe zimanê perwerdehiyê, çalakiyek li dar xist. Bi destwerdana hêzên Dewleta Pakîstanê, di van çalakiyan de 5 xwendekar hatin kuştin.
Piştî 47 salan, ji aliye rêxistina Çand, Ziman û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999’an de, ev roj wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat qebûlkirin û ji sala 2000 î û vir ve li hemû cîhanê tê pîrozkirin.
Wekî ku tê zanîn Komara Tirkiyê bi hevkariya gelên Kurd, Tirk û neteweyên din ên Anatoliyê hat damezirandin. Piştî damezirandina komarê rêveber û pergala komarê jî bi heman feraseta netewperest dest bi polîtîkayên qirkirin û pişaftina çandî kir. Hemû netewe, gel û kêmarên ku li ser vê xakê bi biratî û hevkarî jiyana xwe didomandin hatin înkarkirin. Ziman û çanda bi dehan gelan di aşên bişaftinê de û bi polîtîkayên hovane hatin tunekirin.
Ji van neteweyan yek jî neteweya Kurd bû ku li hemberî van polîtîkayên qirkirin û bişaftinê li ber xwe da. Di vê têkoşîna neteweyî de bi berdêlên gelekî giran hebûna xwe ya çandî û zimanî parast. Dîroka Tirkiyeyê bû dîroka zilm û zordariya li ser gelê Kurd û yên din.
Piştî sala 2000’î di zanîngehên vî welatî de jî pêla serlêdanên mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dest pê kir. Li hemberî van serlêdanan berteka pergalê girtin û dûrxistina xwendekaran a ji dibistanan bû. Daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bû tawanbariya herî giran.
Pergalê li hemberî têkoşîn û daxwazên gelê Kurd û qasekî jî ji ber têkiliyên bi yekîtiya Ewropayê re hin gavên xapînok hatin avêtin. TRT 6 her çendî bi vê têkiliyê re girêdayî be jî di bingeha xwe de pêşîlêgirtina weşanên heyî yên gelê Kurd bû. Gelê Kurd, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya mafdar sazî û dezgehên xwe yên di derbarê zimên de damezirandin û gihîşt astekê. Pergal, ji tirsa xwe ya wekî her carî ji bo ku van saziyan bê bandor bihêle di zanîngehanên wekî Artûklû, Dêrsim, Çewlik û Colemêrgê de bi navê “Zimanên ku Dijîn” kurs ava kirin.
Di sih salên dawî de digel asta zilm û zordariya pergalê, têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî gihişt radeya herî bilind. Hebûna gelê Kurd hat qebûlkirin; lê mixabin vê carê jî ji mafên çandî, zimanî û perwerdehiyê re gotin na.
Sazî û dezgehên zimên bi kêmasiyan be jî di derbarê zimên de xebatên berbiçav meşandin.
Dewletê di destpêka sala 2012’an de, bi navê “Dersen Hilbijarî ” projeyeke sosret ji raya giştî re eşkera kir. Ev sosretiya ku li ser rûyê cîhanê mînakên wê nîn bûn, ji aliye gelê Kurd û saziyên wî ve wekî “pêkenok”ê hat dîtin û redkirin.
Gelê Kurd bê nîqaş, ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwaze û dê têkoşîna xwe jî bênavber bidomîne.
Ziman nasnameya gelan e. Tu gelekî bê zimên nikare hebûna xwe bidomîne. Ziman bi qasî av û hewayê ji bo gel û neteweyan pêwîst e. Ji bo nasname, rûmet û kesayetiya xwe, di rêya zimên de çi hewce bike dê bê kirin. Divê gelê me bi her awayî û di hemû qadên civakê de li zimanê xwe xwedî derkeve. Di vê pêvajoyê de destûra bingehîn tê amadekirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û welatekî biaram, bicihkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwazên gelê Kurd ên herî sereke û jêneger in.
Bi van hest û ramanan, em hemû kedkar û têkoşerên zimanê Kurdî ; ku bi ked û berdêlên giran em gihandine van rojan û hemû kes û kesayetên ku ji bo zimanê pîroz ked dane û didin bi minetdarî bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. Herwiha em vê rojê li hemû gel û neteweyên cîhanê, bi taybetî li gelê Kurd û gelên ku zimanên wan di bin xetereya bişaftinê de ne pîroz dikin. 21.02.2013